DI SALVEGERA 13’AN A ALOZIYA SÛRIYÊ DE PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ DAXUYANIYEK DA
Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê bi salvegera 13’an a destpêkirina aloziya Sûriyê daxuyaniyek da û got çareseriya aloziyê bi diyaloga sûrî-sûrî pêkan e.
Di daxuyaniyê de partiyê got Di 13 salên aloziyê de gelê sûriyê gelek êş û azar kişandin û alozî veguherî şerekî, dewletên derve li gor berjewendiyên xwe destweran kirin, temenê aloziyê dirêj kirin û hin herêm ji xaka sûriyê dagirkirin
Her wiha partiyê bibîr xist ku di 13 salên aloziyê de bi hezaran kes koçber û penaber bûn û Şehîdên ku ji bo azadî û demokrasiyê canê xwe feda kirine bibîr anîn
Partiyê diyar kir ku ji bo çareseriyê konseya ewlehiyê ya NY biryara 2254 da, lê ew biriyar pêk nehat.
Di dawiyê de partiya sûriya pêşerojê ya helebê tekez kir ku çareseriya aloziyê bi diyaloga sûrî-sûrî pêkan e.