MALBATA EHMED MAMO BANGA HESABXWESTINÊ JI ÇETEYAN DIKE
Wiha Hevalên Ehmed Behsa Êşa Cindêris Bi Çûyina Wî Re Dike
13’ê mehê çeteyekî ji Idlibê ku li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî rûniştiye zarokekî Ehmed Xalid Mamo qetil kir.
Çeteyê bi navê Yamin Ehmed Îbrahîm ê ji gundewarê Idlibê ye û li Efrînê li şûna Efrîniyan rûniştiye zarokê Kurd Ehmed Xalid Mamo (15) bi awayekî hovane qetil kir û avêt bîreke avê ya li ser rêya gundê Til Silorê.
Li ser torên medya civakî dîmenekî dayika Ehmed hatiye belavkirin û bi barîna rondikan re banga hesabxwestinê dike.
Dayika Ehmed Xalid Mamo ê 15 salî bi dilekî şewitî dibêje, çawa lawê wê hate kuştin divê kujer jî were kuştin.
Dayika ehmed diyar dike ku tenê sûcê lawê wê, ku kurd bû.
Dayika ehmed dibêje ewê tola lawê xwe hilîne û dibêje îroj lawê wê hatiye kuştin û ger bê deng bimînin dê çete kiriyarê xwe dewam bikin û tevahî kurdan qir bikin.
Piştî banga malbatê li seranserî efrînê xelk bi hêres in , di nava xwepêşandanan de ne û banga rawestandina sûcên çeteyan dikin.
Malbata Ehmed jî ji ber zextên çeteyan neçar man ku cenazeyî wî bispêrin axê.