NAVENDA HATIYÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ BERTEK NÎŞANÎ QETILKIRINA EHMED XALID MAMO DA
Navenda Hatiyên Efrîn û Şehbayê Li minbicê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî qetilkirina Ehmed Xalid Mamo da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî rêze sûcan pêk tînin .
Her wiha hate destnîşan kirin ku tevî hemû sûcan jî tevahî cîhan bê deng e .
Di dawiyê de Navenda Hatiyên Efrîn û Şehbayê bang li tevahî rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û sînorekî ji sûcên dagirkeriyê re deynin .