Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN PYD BANGA BIDAWÎKIRINA SÛCAN LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ KIRIN

Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê bi daxuyaniyekê sûcê li dijî zarokê Kurd Ehmed Xalid Mamo şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Efrîna dagirkirî rojane Sûcên dermirovî pêk tên .

Her wiha hat destnîşankirin ku ev sûc heman sûcê sala derbasbûyî ku li dijî Malbata Pêşmerg li Efrîna dagirkirî pêk hat .

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên têkildar û saziyên mafên mirovan hat kirin ku destwerdanê bikin û sûcên dagirkeriyê bi dawî bikin .