Kanala ROJAVA TV

KOORDÎNASYONA MAFÊN ZAROKAN A CIZÎRÊ QETILKIRINA ZAROKÊ EFRÎNÎ ŞERMEZAR KIR

Koordînasyona Mafên Zarokan a Cizîrê têkildarî qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Mamo daxuyaniyek da û banga rawestandina sûcan li herêmên dagirkirî kir .

Di daxuyaniya Koordînasyonê de hate gotin ku rojane li Herêmên dagirkirî sûcên qetilkirin, revandin, talankirin û hwd dewam dikin .

Her wiha Koordînasyonê destnîşan kir ku Ehmed Mamo ne zarokê yekeme ku ku dibe qurbaniyê sûcên çeteyên dewleta Tirk .

Di dawiyê de Koordînasyona Mafên Zarokan a Cizîrê bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û parastina mafên zarokan kir ku van komkujiyan rawestînin.