Kanala ROJAVA TV

LI BAJARÊ KOBANÊ DANÎNGEHEKE NÛ HATE VEKIRIN

Di rêûresma vekirina danîngehê de axaftin li ser navê desteya jin hate kirin û hate gotin, vekirina vê danîngehê ji bo zarokên Kobanê gelekî giring e.
Danîngeha zarokên Kobanê ji 6 odeyan pêk tê û dê pêşwaziyê li 100 zarokî ku temenê wan di navbera 6 mehî heta 6 saliyê de be, bike.
Li gorî ofîsê ev danîngeh taybet ji bo zarokên karmend û mamosteyan e.
Li gorî amarên Ofîsa lênêrîna zarokan nêzîka 12 danîngeh û baxçeyên zarokan li Kobanê hene û di demên pêş de ew ê wê hejmarê zêdetir bikin.