Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO ŞEHÎD BIŞENG BIRÛSK, SARA HOGIR Û TOLHILDAN QENDÎL HATIN BIBÎRANÎN

Merasîm di bin dirûşma “Soza Me Tolhildan e” bi beşdarbûna xelk û ciwanên Qamişlo li navenda Warê Ciwanan li Qamişloyê hate lidarxistin .
Piştî xuleyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Jiyan Koçer axivî û got ku Her sê şehîd ji bo rizgarkirina gelê xwe ji dagirkeriyê bi salan bê navber têkoşîn kirin .
Her wiha Jiyan Koçer tekez kir ku ew ê rêya şehîdan bişopînin û parastina Destkeftiyên wan bikin .
Paşê li ser jiyan û fedekariya her sê şehîdan sinefizyoneke hat pêşandan.
Merasîm bi dirûşmeya Şehîd Namirin bi dawî bû .