Kanala ROJAVA TV

LI ŞÊXMEQSÛD ŞEHÎD GULÊ SELMO HAT BIBÎRANÎN

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd Gulê Semlo di salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn.
bi dehan jin, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC-Jin) tevlî merasîmê bûn .
Tabûra Şehîd Gulê Selmo merasîmek leşkerî li dar xist .
piştre rêvebera Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Fatima Hesen axivî û bal kişand ser kesayeta şehîd Gulê Selmo û got: Şehîd Gulê Selmo xwedî kesayetek bi hêz û îrade bû.
Mearasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.