Kanala ROJAVA TV

WELATIYÊN KOBANÊ JI BO PEYDAKIRINA PÊDIVIYÊN ROJIYÊ SERÎ LI BAZARAN DIDIN

Ev der sûka Hal ya sebzeyan a bajarê Kobanê ye, bi hatina meha Remezanê re çûnûhatina welatiyan ya nava sûkê zêdetir bûye.

Welatiyên Kobanê ji bo peydakirina sebzeyên malê berê xwe didin vê sûkê û li gorî dahata xwe, pêwîstiyên meha remezanê dikirin.

Bi gotina welatiyên Kobanê bi hatina meha pîroz re nirxên sebzeyan gelekî bûha bûne û weke ku tê xwestin ew nikarin pêdiviyên sifreya xwe ya rojiyê pêk bînin.

Rêveberiya sûka sebzeyan ya Kobanê ji Rojava TV re diyar dike, ji ber ku sebze ji derveyî sînorê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas dibin, ji lewre nirxên wan gelekî buha ne û ji bin kontrola wan derdikevin.

Rêveberiya pêjiyanê ya Rêveberiya Xweser bi rêya gerên xwe yên taybet hewl dide nirxan kontrol bike û rê li pêşiya keysbaziyê bigire.

Daxwaz û gotina sereke ya welatiyan jî kêmkirina nirxan û zêdekirina çavdêrî û şopandinê ye.