BAZARÊN REQA BI RENGÊN REMEZANÊ XEMILÎ NE
Ev der bajarê Reqa ye, ku her sal bi dîmenên bazarên tijî û dengê pîrozbahiyên ku nîşana hatina meha pîroz didin, pêşwaziya meha Remezanê dike.
Li malan amadekariya civatên fitarê tê kirin, Li sûkan jî, ji sibehê heya bihîstina dengê azanê, milet pêdîviyên xwe dabîn dikin. Ev yek rengê civaka Reqa ya ku piştî tarîtiya DAIŞ, rengê kena xwe vegerandiye, dide xuya kirin.
Menhel xelef el- ebo ku yek ji firoşkarên sûka reqayê ye, li gel televizyona rojava tv axivî û behsa rewşa remezanê ji milê tevgera welatiyan di kirîn û firotanê de kir.
Ji aliyê xw ve Memûd Mistefa jî diyar kir ku di va meha pîroz de, ji bo şîkandina tîna rojiyê, xelk bi awayekî baş sûs û celabê dikirin
Tevgera xelkê, dengê firoşkarên sûkê û bêhna xweş a xwarinê, rastiya bajarê bedew ku ji nû ve spehîtiya xwe ya taybet bi dest xistiye, nîşan dide
nameyekê ji hemûyan re doşîne, ev der Reqa ye, bûka Firatê ye