Kanala ROJAVA TV

SERHILDANA 12`Ê ADARÊ HÊRSA KURDAN A LI HEMBER ZORDESTIYÊ NÎŞAN DA

Endamê Meclisa Rûspiyên Kantona Cizîrê Ibarahîm Gulo jî ku şahidê serhildana 12’ê adarê bû da zanîn ku gelê kurd bi serhildana 12’ê adarê re destkeftiyên mezin bi dest xist.

Serhildana 12’ê Adarê ku ji Qamişlo dest pê kir û li tevahî bajarên Kurdan belav bû, dîwarên tirs û çewisandinê li cem gelê Kurd şikandin.

Serhildanê wateya rasteqîn a şoreşê diyar kir, ku bi rêya wê asoyên çareserkirina pirsgirêka Kurdên li Sûriyê û tevahî pirsgirêkên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir.

Endamê Meclisa Rûspiyên Kantona Cizîrê Ibarahîm Gulo ku şahidê serhildana 12’ê adarê bû da zanîn ku gelê kurd bi serhildana 12’ê adarê re destkeftiyên mezin bi dest xist.

Ibarahîm Gulo diyar kir ku, tevî hemû zextên li ser Kurdan ên di 21’ê Adara wê salê de Newroz jî hat pîroz kirin.

Serhildana 12`ê Adarê helwesta Kurd û Ereban a li hemberî pergala zordest bû, her wiha bû çirûska yekemîn a şoreşa gelê Sûriyê ku îro bi saya wê hemû pêkhate di nava projeya Netewa Demoqratîk de dijîn.