RÊVEBERIYA XWESER: SERHILDANA QAMIŞLO ÇIRÛSKA AVAKIRINA WEKHEVIYA GELAN BÛ
Bi salvegera 20’an a serhildana Qamişlo, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarê Hesekê û Kantona Firatê daxuyaniyên cuda parve kir.
Rêveberiya xweser di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku, Serhildana 12’ê Adarê ku ji Qamişlo dest pê kir çirska avakirina wekheviya gelan bû.
Bi salvegera 20’an a serhildana 12’ê adarê ku li bajarê Qamişlo dest pê kir, Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê, Hesekê û Kantona Firatê daxuyaniyên cuda parve kir .
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ruxmî rejîma Şamê û alîgirên wê hewl dan tevliheviyê derxin, lê Serhildana 12’ê Adarê ku ji Qamişloyê dest pê kir û li Heleb, Kobanê, Şam û gelemperiya herêmên Cizîrê belav bû bendên tirs û çewisandinê şikandin.
Rêveberiya Xweser got, Serhildana 12’ê Adarê hîmê bingehîn ê şoreşa demokratîk a li Sûriyê danî û rêya çareseriyeke nîştimanî ji pirsgirêka Kurdên li Sûriyê diyar kir.
Li Hesekê jî, Rêvberiya Xweser a kantona Cizîrê daxuyanyek derbarê serhildana 12’ê adarê de bi dirûşma “Em ê bi wekheviya gelan hemû komployan têk bibin” da.
Daxuyanî bi tevlîbûna bi dehan ji endam û rêveberên saziya civaka Sivîl û partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li ber çarxereya Nisir a taxa Ezîziyê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serhildana Qamişlo li dijî siyaset û hişmendiya netew-dewlet bû.
Serhildana Qamişlo rê li ber avakirina sîstema Rêvberiya Xweser vekir ku ev sîstem hemû pêkhate hembêz dike û hebûna wan diparêze.
Her wiha Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê jî bi daxuyaniyekê serhildana 12’ê Adarê bi bîr xist.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de got, Rêveberiya Xweser tekezî li ser projeya biratiya gelan û netewa demokratîk dike, ku ew esasa hevgirtina gelê herêmê ye.
Rêveberiya Xweser a Firatê di dawiyê şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî û tekez kir ku Ew ê meşa ber bi pêkanîna armancên gel ên demokrasî û avakirina civakê ve bidomînin.