Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA GEL A QAMIŞLO ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA ŞAREDARIYÊ BIBÎRANÎN

 

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo û Meclisa Malbatên Şehîdan şehîdên komkujiya Şaredariya Qamişlo bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.
Di salvegera 10’emîn de Şaredariya Gel a Qamişlo û Meclisa Malbatên Şehîdan bi çalakiyekê şehîdên komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li Şaredariya Gel a Qamişlo pêk aniye bi bîr anîn.
Di çalakiyê de beşdaran serdana gorên şehîdan a li şehîdlika Şehîd Saroxan kir û li wir cîgirê hevseroketiya Şaredariya Gel a Qamişlo Mejdel Betal daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de êrîşa terorî ya li dijî Şaredariya Qamişlo hate şermezarkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya pakrewanan û domandina têkoşînê heta pêkanîna armancên wan hat dayîn.