Kanala ROJAVA TV

RÛSIPIYÊN REQAYÊ: SERHILDANA QAMIŞLO HEVGIRTINA PÊKHATEYÊN HERÊMÊ NÎŞAN DA

Meclîsa Rûsipîyên Reqayê derbarê salvegera 20’an a komkujî û Serhildana Qamişlo axivîn û gotin bi hevgirtina pkhateyan li herêmê ku heta niha dewam dike ew plan têk çûn.

Îro salvegera 20’an a komkujî û Serhildana bajarê Qamişloyê ye.

di 12’ê Adara 2004’an de li yargeha Şehîdên 12’ê Adarê komkujiyek pêk hat.

Komkujî di dema lîstika futbolê ya di navbera Tîma Cîhad a ji Qamişloyê û Tîma Fitiwê ya ji Dêrazorê de pêk hat û di encama wê de 38 kes şehîd bûn, bi dehan kes birîndar bûn û derdora 5 hezar kes hatin girtin.

Li hemberî vê komkujiya ku bi destê rejîma Baas destpêkir, gel serî hilda.

Derbarê komkujî û Serhildana Qamişloyê de, Meclîsa Rûspiyên Reqayê gotin ku bi hevgirtina pkhateyên herêmê ku heta niha dewam dike ev plan têk çû.

Rûsipîyên Reqayê diyar kirin ku wekî pekhateyên Ereb dê li hemberî hemû hewldanên derxistina fitneyan derkevin û destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.

Îro bi saya pirojeya Rêvebriya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn, bi yek rihî hemû pêkhate kar û xebat dikin.