20’SAl DI SER SERHILDAN Û KOMKUJIYA 12’Ê ADARÊ RE DERBAS DIBIN
Birîndar û Şahidên serhildana 12’ê adara 2004’an ji Rojava TV re axivîn û behsa hurguliyên bûyera 12’ê adarê kirin.
Birîndar û Şahidên serhildanê dan zanîn ku Rejîma Bass bi hemû rê û rêbazên ne ixlaqî xwest biratiya gelan têkbibe û gelê Kurd qirbike.
Îro 12’adarê , 20’emîn salvegera serhildanê bajarê Qamişloyê ye,ku beriya 20’salan Rejîma Baas bi planeke tijî îxanet xwest pêlên agir û fitniyê di nav kurd û erban de derbixe.
Di 12’ê adara 2004an de maçek fotboolê di nevebra tîma cîhad a Qamişloyê û tîma Fitiwê ya dêrazorê de li darket wê demê Rejîma Bass bi plan Erebên Dêrazorê li dijî alîgirên têma Cîhad bikar anî û êrîşeke pilankirî pêk anîn.
di encama wê buyerê de gelek ciwanên kurd bûn qurbanî û şehîdbûn.
Derbarê de yek ji birîndarên gulbarana rêjîma Baas ya di 12’ê adarê de Hisên Berzencî got ku Rêjîma Bass bo pêşî li ber serhildana 12ê Adarê bigire bi hovîtîyek mezin êrîşî çalakvanan dikir.
Hemdîn Nebî jî ku yek ji şahidên komkujiya Qamişlo bû behsa hûrguliyên roja serhildana 12ê adara 2004’an dike.
Di serhildana 12’ê Adara 2004’an de zêdetirî 38 welatî şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Her wiha Hikumeta Şamê zêdetirî 3 hazar welatiyên sivîl yên kurd girt.