10’EMÎN SALVEGERA KOMKUJIYA ŞAREDARIYA GEL A BAJARÊ QAMIŞLO
Cîgira Hevseroketiya Yekitiya Şaredariyan a kantona Cizîrê Bêrîvan Omer di salvegera 10’emîn a komkujiya Şaredariya Qamişlo de destnîşan kirin ku, komkujiya li dijî Şredariya Qamişlo israra wan a pêşxistina şaredariyan zêdetir kir.
Her wiha Hevseroka berê ya Şaredariya Qamişlo Sema Begdaş got, armanc ji hedefgirtina şaredariyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser bû.
Îro salvegera 10’emîn a komkujiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ye.
Di 11ˊê Adara sala 2014’an piştî raghandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û beriya bi rojekê ji salvegera komkujiya Qamişlo ya di 12’ê Adarê de, komkujiyek li dijî Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo pêk hat.
Çeteyên DAIŞ’ê li dijî avahiya Şaredariyê ku dikeve nava sûka navendî ya li kolana Wihdê êrişek bi çekan pêk anîn.
Cîgira Hevseroketiya Yekitiya Şaredariyan a kantona Cizîrê Bêrîvan Omer di salvegera 10’emîn a komkujiyê de destnîşan kir ku komkujiya li dijî Şredariya Qamişlo israra wan a pêşxistina şaredariyan zêdetir kir.
Li aliyekî din Hevseroka berê ya Şaredariya Qamişlo Sema Begdaş got, armanc ji hedefgirtina şaredariyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, xebata jinan û sîstema hevseroketiyê bû.
Hêjayî gotinê ku piştî komkujiya li dijî şaredariya qamişlo, xebatên şaredariyan ên ji bo birêxstinkirin û xizmeta gel heta niha bi biryardarî dewam dikin.
Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî biryar da ku di nîsana îsal de hilbijratinên şaredariyan li dar bixe.