Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR A LÛBNANÊ JI BO PÎROZKIRINA 8’Ê ADARÊ FESTÎVALEKE HUNERÎ LI DAR XI

Kongra Star a Lûbnanê îro bi boneya 8’ê adarê roja jinên kedkar ên Cîhanê festîvaleke hunerî li dar xist.

Festîval bi dirûşma” bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” li li hola Şalê Siwês bi rê ve çû.

Di festîvalê de hejmarek ji jinên kurd ên li Lûbnanê, rewşenbîr, nivîskar û hunermend beşdar bûn.

Her wiha di festîvalê de dê hunera jin were pêşkêşkirin û balê bikşînin ser asta têkoşîn û yekîtiya jinan ji bo azadiyê.

Festîval îro di saetên nîvro de dest pê kir û heta niha berdewam dike.