Kanala ROJAVA TV

JINÊN KANTONA EFRÎN Û ŞEHBEYÊ 8’Ê ADARÊ BI KÊFXWEŞÎ HEBÊZKIRIN

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê çalakiyên 8ˊê Adarê bi beşdariya bi hezaran jin, hatin lidarxistin.
li kantona Efrîn û Şehbayê tevî êrîş û dorpêça Hikumeta Şamê jî Jinan 8’ê adarê bi coşeke mezin hembêzkirin û li hemû jinan pîrozkirin.
Jinan destnîşan kirin ku ewê asta tekoşînê berzbikin û çand û kultura xwe ji dijmin biparêzin.

li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên azadîxwaz û têkoşer bi girseyeke mezin şahiyên pîrozbahiya 8’ê adarê roja jinên kedkar a cîhanî li darxistin.
Bi dirûşma” Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” li 7 navendên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên girseyî bi beşdarbûna bi hezaran jin bi hatin lidarxistin.
tevî êrîş û dorpêça girankirî ya li dijî Kantona şehbayê jî ,lê bi hezaran jin tevlî çalakiyên 8’ê adarê bûn û peyamên tekoşîn û berxwedanê berzkirin.
Jinên Efrîn û Şehba kêfxweşiya xwe anîn ziman û dan zanîn ku tevî dorpêç û êrîşan jî ewê asta tekoşînê berzbikin.

Jinên efrîn û şehbayê 8ê adarê li hemû jinan pîrozkirin û destnîşan kirin ku dijmin bi tu awayî nikare vîna me bişkîne û emê çanda xwe biparêzin û xeta berxwedanê bernadin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan bihna azadiyê kirine li hemberî zilm û koletiyê li ber xwe didin û asta tekoşîn û berxwedanê li hemberî hemû cûre kiriyarên xerab yên dijmin berzdikin û soza domandina tekoşînê didin.