Kanala ROJAVA TV

JINÊN MINBICÊ BI ŞAHIYEKÊ 8’Ê ADARÊ PÎROZ KIRIN

Jinên kantona Minbicê ji bo pîrozkirina 8ˊê Adarê şahiyek li darxistin û diyar kirin ku heta rizgarkirina tevahî jinên cîhanê ji koletiyê dê têkoşîna xwe dewam bikin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Minbicê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê û bi beşdariya jinên kantonê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û saziyên girêdayî wê, Meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirin-Jin û partiyên siyasî beşdarî şahiya li Yarîgeha 4ˊê Nîsanê bûn.

Di çalakiyê de Endama Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Sebah El Mirî axivî û got, Bi berxwedana tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew vê rojê li tevahî jinên banga azadiyê dikin, pîroz dikin.

Li aliyekî din jî Endama Desteya Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim got: Di 8ˊê Adarê de jinan gelek destkeftî pêk anîn.

Paşê Desteya Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya endamên meclisa xwe xelat kirin.

Her wiha komên govend û stranan berhemên pêkêşkirin.