ŞÊNIYÊN KANTONA FIRATÊ ŞEHÎDÊN AZADIYÊ BI BÎR ANÎN
Xelkên kantona Firatê bi boneya 8’ê Adarê û ji bo bîranîna fedekariyên şehîdan mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
Bi sedan nûnerên Rêveberiya Xweser û tevgera jin ji bo bîranîna şehîdan berê dan goristana şehîd Dijle ya li başûrê bajêr.
Di merasîma bîranînê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku, bi saya fedekariyên şehîdan ew îro bi ewle û rûmet dijîn.
Piştre şêniyan mûm li ser gorên şehîdan pêxistin û dirûşmên şehîd namrin berz kirin.