Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA MALBATÊN ŞEHÎDAN Û KONGRA STAR LI ŞEHBAYÊ ŞEHÎDÊN AZADIYÊ BI BÎR ANÎN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn-Şehbayê û Kongra Star bi boneya 8’ê Adarê û ji bo bîranîna Şehîdên azadiyê, mûm li goristana Şehîdên “Berxwedana Serdemê” ya li navçeya ehdas pêxistin.

Bi sedan koçberên Efrînî, Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî çalakiya bîranîna şehîdan bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Kongra Star axaftin hatin kirin.

Di axaftinan hat gotin ku, bi saya xwîna şehîdan îro ew di nava aramiyê de dijîn.

Endamên Kongra Star ên kantona Efrînê 8’ê adarê li Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên azadiyê û tevahî jinên cîhanê pîroz kirin û tekez kirin ku têkoşîn û berxwedanê heta azadiya bidomînin.