LI HESEKÊ 8’Ê ADARÊ TÊ PÎROZKIRIN
Di bin diruşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin, bi sedan xelkên bajarê Hesekê ahengek li darxistin.
Ji saetên serê sibehê ve bi hezaran jin û mêr bi bezkirina dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” herikîn qada pîrozbahiyê.
Pîrozbahiya li Hesekê li Sed Xerbî (Bendava Rojava) bi beşdariya bi hezaran jinan destpê kir.
Kamîra ROJAVA TV li cihê pîrozbahiyê hevdîtin bi jinan re kir, jinan diyar kirin ku ew ê bi tekoşîna xwe azadiya xwe bi dest bixin.