Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ BI BONEYA 8’Ê ADARÊ PEXÇEYEKE JINAN HAT VEKIRIN

RÎM EL-SALEH - RÊVEBERÊ PARK Û DARISTANAN DI ŞAREDARIYA GEL A REQAYÊ DE

Buroya jin a Şaredariya Gel a Kantona Reqayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, baxçeyeke jinan li bakurê bajêr vekir.

Merasîma vekirinê bi beşdariya kesayetên sivîl û siyasî her wiha şêniyên bajarê Reqayê pêk hat.

Di merasîmê de axaftin hat kirin û vekirina bexçeyê li hemû jinan hat pîrozkirin.

Beşdarên merasîmê diyar kirin ku, vekirina bexçeya jinan ji bo her jinek ji Reqayê xwedî wateyeke taybet e.

Merasîma vekirina baxçeyê bi dîlan û stranên gelêrî dawî bû.