DESTEYA PERWERDÊ YA KANTONA REQAYÊ YEKEMÎN DIBISTANA NIMÛNEYÎ VEKIR
Bi armanca piştgiriya proseya xwandinê, Desteya Perwerdê ya kantona Reqayê dibistaneke nimûneyî bi navê şehîd Şervîn Reqa, vekir.
Di merasîmên vekirinê de reyaderên Rêveberiya Sivîl a kantona Reqayê, rêveberên Desteya Perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pisporên proseya xwandinê, amade bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê rêveberiya dibistana Ş.Şervîn aftin hat kirin û tê de dateyên avahiya dibistanê û rêbaza pêşwaziya xwendekaran hat şîrovekirin.
Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.