Kanala ROJAVA TV

JINÊN IDLIBÊ PIŞTGIRIYA XWE BI JINÊN SIWÊDAYÊ RE NÎŞAN DAN

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya girêdayî Meclîsa Kesk a Idlibê bi boneya nêzîkbûna roja jinên kedkar a cîhanê peyamek ji jinên Siwêydayê re şandin û berxwedana wan pîroz kirin.
Di peyamê de pîrozbahî li jinên cîhanê û bi taybetî jinên Siwêydayê hate kirin û hate gotin:’’jinan îspat kirin ku jina têkoşer dikare sînoran bişkîne da ku pêşerojeke geş ku di bin serweriya hezkirin û aştiyê de be, biafirîne.
Di dewama peyamê de jinên Meclisa Kesk a Idlibê piştgiriya xwe bi berxwedana jinên Siwêdayê re nîşan dan û destnîşan kirin ku dê jin li hemû aliyan li kêlek hev bisekinin da ku dengê aştî û azadiyê bilind bikin.
Di dawiyê de Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya girêdayî Meclîsa Kesk a Idlibê bang li tevahî jinên cîhanê kirin ku azadiyê tekoşîna xwe bilind bikin.