Kanala ROJAVA TV

WEQFA JINA AZAD 7’MÎN PÊŞANGEHA HUNERÊN DESTAN LI QAMIŞLO LI DAR XIST

Pêşangeh bi beşdariya dehan endamên Tevgera Jinê û şêniyên bajarê Qamişlo li navenda Weqfê ya li taxa Hilêliyê dest pê kir.
Di pêşangehê de 7 jin ji Weqfa Jina Azad beşdar bûn, û tê de hunerên destan, cilên Kurdî ku kevneşopiya gelê Kurd nîşan didin , hatin pêşkêşkirin.
pêşangeha hunerên destan, her sal bi nêzhatina cejna 8’ê Adarê re ji aliyê Weqfa Jina Azad ve tê lidarxistin û her sal rengek nû ji berhemên jinan tê de tên pêşkêşkirin