TEVGER Û RÊXISTINÊN JINAN ÊN FIRATÊ GUL LI ENDAMÊN HÊZÊN EWLKARIYÊ BELAV KIRIN
Bi boneya 8ê adarê, tevger û rêxistinên jinan ên kantona Firatê, gul li ser endamên jin ên hêzên ewlekariya hundirîn belav kirin .
Jinên ji Kongra Star, tevgera Hîlala zêrîn û Rêveberiya Xweser, ji bo spaskirina keda wan, li rêbendên kontrolê yên Kobanê geriyan û gul belav kirin .
Nûnerên jinan bi jenîna alavên muzîkê û gerandina govendê ber bi rêbendan ve meşiyan.
Piştî belavkirina gulan, cîgira hevserokatîya meclîsa cîbicîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî û got, ked û xebata hêzên ewlekariyê cihê rêzdarîyê ye .
Endamên hêzên ewlekariyê spasiya tevger û rêxistinên jinan kirin û tekezî li ser parastina ewlehiya herêmê kirin .