Kanala ROJAVA TV

KOMBÛNA ZENÛBYA Û MALBATÊN ŞEHÎDAN LI REQAYÊ MÛM LI SER GORÊN ŞEHÎDAN PÊXISTIN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û Meclisa Malbatên Şehîdan ên Kantona Reqayê bi boneya 8ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Di çalakiyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, çalakvanên sivîl û Hiqûqnas beşdar bûn.

Her di çalakiyê de axaftin hatin kirin tê de tekezî li ser domandina têkoşînê heta pêkanîna azadî, edalet û wekheviyê hat kirin.

Piştî axaftinan beşdaran mûm li goristana Şehîdan mûm pêxistin.

Çalakiya pêxistina mûm bi dirûmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.