Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA JIN A KONGRA ÎSLAMA DEMOKRATÎK: DIVÊ JI HER DEMÊ ZÊDETIR EM TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN

Meclisa Jin di Kongra Îslama Demokratîk de ya bajarê Qamişlo îro bi daxuyaniyekê bang li jinan kir ku têkoşîna xwe cîhanî bikin û vê salê bikin sala hilweşandina zihniyeta mêrêserdest.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de 8’ê adarê li tevahî jinan pîroz kir û got, pêwîste jin li hember modernîteya kapîtalîst ku bi polîtîkeyên xwe dixwaze tevna civakê têk bibe, têkoşîna xwe ji her demê zêdetir mezin bikin.

Her di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, tevî astengî, binpêkirin, zext û hewldanên tesfiyekirina doza jin, lê jinan xeta berxwedanê berneda. Jinan şoreşa çandî, hunerî, leşkerî, siyasî, aborî lidarxistin her wiha pêşengtiya sîstemeke demokratîk kirin.

Meclisa Jin di Kongra Îslama Demokratîk de ya bajarê Qamişlo bang li jinan kir ku têkoşîna xwe cîhanî bikin û vê salê bikin sala hilweşandina zihniyeta mêrêserdest.