Kanala ROJAVA TV

DESTEYA ÇANDINÎ Û AVDANÊ BIRYARA QEDEXEYA GIRTINA MASIYAN RAGIHAND

Desteya Çandinî û Avdanê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastin û geşepêdana proseya sewaldariyê, biryarek derxist û tê de girtina masiyan li gol û bendên avê yên navxweyî heya sê mehan qedexe kir.

Nivîsgeha gencîneya sewaldariyê ya desteya Çandinî û Avdanê ya kantona Reqayê diyar kir ku, sedema qedexekirina girtina masiyan di van mehan de, ew e ku masî di vê demê de di pêvajoya xwezêdekirinê re derbas dibin.

Li aliyekî din, Yekîtiya Masîgiran a kantona Reqayê destnîşan kir ku, mekanîzmaya karê wan peydakirina masiyên ji derve û dayîna destûra firotina wan li bazaran e, her wiha misogerkirina cîbicîkirina biryar û danûstendinên Desteya Çandinî û Avdanê ye.

Her sal di heyama xwezêdekirina masiyan de, Desteya Çandinî û Avdanê ji bo parastina dewlemendiya masiyan biryara girtina masiyan radighîne.