LI HESEKÊ KONFIRANSA DENGÊ CIVAKÊN HERÊMÎ HATE LIDARXISTIN
Komeleya Hevdestî a Qurbaniyan bi hevkariya Navenda Aso ya Lêkolînên Stratejîk konferansa Dengê civakên Herêmî li bajarê Hesekê li dar xist.
Konfirans bi dirûşma “Dengên Civakên Xwecihî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta Konferansa Brûkselê ya Heştemîn” li hola Marbêla ya li bajêr bi rêve çû.
Hejmarek ji rêxistin û saziyên civaka sivîl ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî konfiransê bûn.
Di konferansê de 3 xalên sereke hatin nîqaşkirin, ji wan analîzkirina rewşa giştî li bakur û rojhilatê Sûriyê û kêşeyên mirovî û rewşa mafên mirovan, her wiha bihêzkirina hevkarî û hemahengiya di navbera rêxistinên herêmî û navdewletî de û aktîvkirina rola rêxistinên civaka sivîl.
Li gorî komîteya amadekar a konferansê, Konferansa Dengên Herêmî bi armanca gihandina dengê civakên xwecihî û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo 8’emîn Konferansa ku dê di dawiya meha nîsana bê de li Brukselê bê lidarxistin, hate lidarxistin.