Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR JI BO RAGIHANDINA BERNAMEYA 8’Ê ADARÊ MEŞEK LI DAR XIST

Kongra Star îro bi armanca ragihandina bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar xist.

Meş bi dirûşma” bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” her wiha bi beşdariya bi dehan jinên bajarê Qamişlo, endamên Kongra Star û endamên PYD li dar ket.

Meş ji çerxereya Şehîd Azad dest pê kir û li çerxereya Şehîd Rûbar a nîvê bajêr vegerî mîtîngê.

Di mîtîngê de piştî deqeyeke rêzgirtin, li ser navê Kongra Star axaftin hate kirin û tê de 8’ê Adarê li hemû jinên herêmê hat pîrozkirin.

Her wiha hat gotin ku, dê jin bi vîna xwe dawî li siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê bîne.

Meş bi berzkirina dirûşma ( jin, jiyan ,azadî, bê serok jiyan nabe, berxwedan jiyan e) bi dawî bû.