LI ŞEHBAYÊ TAX Û KOLANÊN NAVÇEYA EHDAS HATIN XEMLANDIN
Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya 8’ê Adarê tax û kolanên navçeya Ehdas xemilandin.
Çalakiya xemlandinê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger pêk hat.
Xemlandin ji qada navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê dest pê kir û heta qada şahiya pîrozbahiyê dewam kir.
Di çalakiya xemlandinê de alên Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, Kongra Star û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan her wiha pankertên bi nivîsa “JIN JIYAN AZADΔ “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” hatin daliqandin.