Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA GEL A KANTONA REQAYÊ DEST BI SERERASTKIRINA BAXÇEYÊ EL-QÎTAR KIRIYE

Ji bo zêdekirina rêjeya keskahiyê di nava bajêr de… Gerînendeya Baxçe û Daristaniyê ya Şaredariya Gel a kantona Reqayê dest bi gelek projeyan kiriye.
Ji projeyên sereke yên ku Gerînendeya Baxçe û Daristaniyê ya Şaredariya Gel a kantona Reqayê pê radibe; serarastkirina baxçeyê EL-QÎTAR ya ku dikeve bakurî bajêr.
Gerînendeya Baxçe û Daristaniyê anî ziman ku karê sererastkirinê dê di 7’ê vê mehê de bi dawî bibe, û dê di 8ê Adarê de hevdemî roja jinan a cîhanî were vekirin
Tevî vê pirojeyê Gerînendeya Baxçe û Daristaniyê ya Şaredariya Gel a kantona Reqayê, di sala 2023an de 50’î baxçeyên şaxî û 8 baxçeyên giştî nûjen kirine