Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA 8 Ê ADARÊ LI REQAYÊ FORUMEKE WÊJEYÎ HATE LI DARXISTIN

Bi durişma bi çanda jinên Sûriyê, meha Adarê şîn dibe, Meclisa Jinên Sûriyê ya Tebqa û Reqayê Forumeke Wêjeyî lidarxist .
Forum li navenda Meclisê ya Reqayê bi amadebûna bi dehan nivîskar ,helbestvan , saziyên sivîl û çalakvanan hate lidarxistin .
Nivîskar û helbestvanên jin li ser dîroka roja cîhanî ya jinan û rola ku jinan di dîrokê de heya niha lîstiye, bi taybetî jinên Sûriyê , nirxandin kirin .
Her wiha helbestvanên jin helbestên ku hin ji wan bi rengê Firatê bûn, vegotin .