JI BO DANASÎNA ROJA 8 Ê ADARÊ LI QAMIŞLO PANELEK HATE LIDARXISTIN
Encumena Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD bi dirûşmeya Em ê Bi Hev re, Roja 8ê Adarê Bikin Roja Bilindkirina Têkoşîn û Berxwedanê panêlek li Qamişlo lidarxist .
Panel li Navenda PYD a li taxa Erebewiyê bi amadebûna jinên ji saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Kongra Star,hate lidarxistin .
Panel ji aliyê Hevseroka Encumena Bajarê Qamişlo Rohat Mele Xelîl ve hate birêve birin.
Piştre Hevseroka Ofîsa Ragihandina PYD Erîfa Bekir jî rola jin û berxwedana wê di Şoreşa Rojava de şîrove kir .
Her wiha sinivizyon li ser têkoşîna jinan hate pêşandan .
Panel bi tiliyan û gerandina dîlanan bi dawî bû .