OFÎSA JIN A MSD’Ê LI HELEBÊ PANELEK LI DAR XIST
Di bin dirûşmeya “Jina sûrî ewlehî û misigeriya sûrya nû ye” ofîsa jin a meclîsa sûriya demokratîk derbarê rola jinê di civakê de li helebê panelek li dar xist.
Panel bi beşdariya endamên Meclîsa Sûriya Demokratîk, endama Ofîsa Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk , Rêveberiya Insiyatifa Sûrî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û endamên PYD li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê hat lidarxistin.
di panelê de li ser giringiya rola û erka jinan di pêşxistina şoreş û civakê de, hişmendiya hişk a ku li dijî jinê meşandin û têkoşîna jinan di hemû qadan de hatin nîqaşkirin.
di dawiya panelê de rê li ber nîqaş û pirsan hat vekirin, û li gorî wê perspektîvên giring hatin erêkirin.