LI QAMIŞLO 4’EMÎN KONGREYA PARTIYA YEKITÎYA SURIYANAN LI DAR KET
4’emîn Kongreya Partiya Yekitîya Suriyanan îro bi armanca nîqaşkirina rewşa heyî li bajarê Qamişlo li dar ket.
Kongre li Hola Zana ya li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna Nûnerên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokoratîk TEV-DEM, MSD, partiyên siyasî Hevserok û endamên partiyê bi rêve çû.
Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokatiya Partiyê ve hat kirin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku, wê têbokşina ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirreng û ne navendî bidome.
Her wiha hat desnîşankirin ku, li hember êrîşên dagirkeriyê divê pêkhateyên herêmê yekrêziya xwe xurtir bikin.
Li ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hikmet Hebîb jî tekez kir ku kongir bersiva hevgirtina pêkhateyên herêmê ye.
Piştî axaftinan, peyamên pîrozkirina lidarxistina Kongirê hatin xwendin.
Biryare ku Kongre bi hilbijartin û encamnameykê bi dawî bibe.