Kanala ROJAVA TV

MECLISA DÊRAZORÊ: TUNDIYA LIDIJÎ HERDU JINAN DÛRÎ EXLAQÊ CIVAK Û MIROVAHIYÊ YE

Meclisa Kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê tundiya li dijî du jinên ciwan li gundê Til El-Semin ê Reqayê şermezar kir û diyar kir ku, tundiya lidijî herdu jinan dûrî exlaqê civak û mirovahiyê ye.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de got, zihniyeta paşverû di bin navê namûs û şerefê de kiryarên herî hovane ku wijdanê mirovan qebûl nake li dijî jinan pêk tîne.

Her wiha Meclîsê anî ziman ku, tundiya lidijî herdu jinan dûrî exlaqê civak û mirovahiyê ye, her wiha cihê şermê û sûceke, divê hesabên giran ji sûcdaran were pirsîn.

Meclisê diyar kir ku, li gel asta bilind a têkoşîna û berxwedana jinan, lê rojane jin li seranserî cîhanê rastî sûc û tundiyê tên, bi van sûc û kiryaran dixwazin hêz û vîna jinan têk bibin.

Meclisa Kantona Dêrazorê di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku li hember tundiyê serî hilde.