Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO BAWERNAMEYÊN QONAXA YEKEMÎN HATIN BELAVKIRIN

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê îro li bajarê Qamişlo bawernameyên qonaxa yekemîn li xwendekarên seretayî, navîn û amadehî belav kir.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê tevî êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker, bawernameyên qonaxa yekemîn li xwendekaran belav kir.
Xwendekaran piştî ku ezmûnên qonaxa yekemîn a sala xwendinê ya 2023-2024 bi dawî kirin, bawernameyên xwe wergirtin.
Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê hejmara xwendekarên ku bawername wergirtin, 12 hezar xwendekarên qonaxa seretayî, 3 hezar xwendekarên qonaxa navîn û 2 hezar xwendekarên qonaxa amadehî bûn.