KOMÎTEYA ÇALAKIYAN LI ŞEHBAYÊ JI BO 8’Ê ADARÊ AMADEKARIYAN DIKE
Komîteya çalakiyan û Endamên Saziyên Jin ên Kantona Şehbayê bi hatina roja 8’ê Adarê re amedekarîyên xemlandina qada pîrozbahiyê dikin.
Tevî êrîşên dewleta Tirk û dorpêça hûkemeta Şamê ya li ser Şehbayê her wiha tevî şert û mercên dijwar ên koçberiyê, lê dîsa jî koçberên Efrînî amedekariya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dikin.
Li gel amadekariyan, semîner û civînên derbarê danasîn û girîgiya roja 8’ê adarê de li gund û kampan tên lidarxistin.