Kanala ROJAVA TV

MECLISA JIN A PYD LI HELEBÊ DERBARÊ 8’Ê ADARÊ DE PANELEK LI DARXIST

Meclisa Jin a PYD’ê li Helebê bi nêkzikbûna roja 8’ê Adarê panelek bi dirûşma “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” lidarxistin.

Panel di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de li Kafeterya Telet Heleb a taxa Şêxmeqsûd hat lidarixstin.

Di panelê de nûnerên ji partiyên siyasî, meclisên jinan, YPJˊê, Asayîşa Jin û bi dehan jinên siyasetmedar ên ji hundirê Sûriyê beşdar bûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê Berdevka Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo ve hat kirin.

Di panelê de li ser mijarên wekî dîroka 8’ê Adarê, berxwedana jinan, her wiha siyaset û binpêkirinên li dijî jinan hatin nîqaşkirin.

Her wiha di panelê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna peymana Kongreya Jinên Sûrî ya Aştiyê hat kirin. Panel encamnameyan bi dawî bû.

Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîne Bêda diyar kir ku, divê jin hemû rojên xwe bikin roja 8’ê adarê.