Kanala ROJAVA TV

KAMPANYA KOMKIRINA ÎMZEYAN LI KANTONA DÊRAZORÊ BI COŞ DIDOME

Kampaniya Komkirina îmzeyan a bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO, li Kantona Dêrazorê didome.

Xelkên Dêrazorê diyar kirin ku, heta Rêber APO fîzîkî azad nebe ew ê her dem di nava çalakiyan de bin.

Pêngava Komkirina îmzeyan a bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.

Li kantona Dêrazorê, pêngava komkirina imzeyan di roja xwe ya 8an de dewam dike.

Xelkên Dêrazorê ji bo tevlî pêngavê bibin serî li navendên komkirina îmzeyan didin.

Xelkên Dêrazorê diyar dikin ku, armanca wan ji kampanyayê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Xelkên Dêrazorê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin û gotin, azadiya fîzîkî ya Rêber APO erkek li ser milê her kesî ye.

Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan 9`ê Sibatê, bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo , Kampanya komkirina îmzeyan li seranerî harêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Kampanya dê di 4’ê Nîsanê de roja jidayîkbûna Rêber Abullah Ocalan, bi dawî bibe.