Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO PARTIYA KESK A DEMOKRAT DEST BI KAMPANYA BELAVKIRINA DARAN KIR

Di bin diruşmeya “Em çandina daran bikin çand” Partiya Kesk a Demokrat li Qamişlo dest bi kampanya belavkirina daran kir .

Kampanya belavkirina daran îro li qada Şehîd Rûbar a bajarê Qamişlo dest pê kir .

Tê Payîn ku dê kampanya her roj bidome heta ku çandina 21 hezar darên Sirû û Sinober bi dawî bibin.

Hevseroka Partiya Kesk a Demokrat Reşa Ebas destnîşan kir ku armanca wan ji Kampanyayê , zêdekirina qada keskahiyê ye.