2’EMÎN KONGIRA MECLISA CIWANÊN PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ HATE LI DARXISTIN
Di bin dirûşmeya “Bi îrade, azadî û biryardariya xwe em welat rizgar dikin û Sûriyeke pêşerojê ava dikin” Meclisa ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê kongireya xwe ya duyemîn li Kantona Reqayê lidar xist.
Kongir Bi amadebûna endam, nûnerên meclisê, kesayetiyên siyasî û sivîl li hola Mişwar ya bajarê Reqayê hate lidarxistin.
Di kongreyê de rewşa siyasî , rêxistinî û xebata sala borî ya meclisê hatin nîqaşkirin.
Beşdarên kongieyê diyar kirin ku lidarxistina kongiryê di şert û mercên dijwar û awarte de pêk tê, ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li pey hev û dûbare tên.
di kongireyê de Ehmed El-Cemîl ji bo berdevkê meclisa ciwanan û Ezab Cirêcib cîgirê berdevkê hatin hilbijartin.
kongir bi encamnameyekê bi dawî bû tê de tekezî hat kirin ku dê Meclisa Ciwanan di doza Rêber Abdullah Ocalan de bi roleke pêşeng rabe.