LI REQAYÊ MSD PANELEK LI DARXIST
Di bin dirûşmeya “Yekitiya Sûriyê bingeha Çareseriya Siyasî ye” Buroya Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk li kantona Reqayê panelek li dar xist.
Panel bi amadebûna kesayetiyên siyasî, rêveber û komeke bijarte ji rewşenbîr û parêzeran li hola civînan a meclisê hate lidarxistin.
Di panelê de beşdaran li ser pêwîstiya xurtkirina diyalogê di navbera hemû aliyên Sûrî de, û dîtina çareseriyên siyasî yên berfereh ku daxwazên gelê Sûriyê ji bo paşerojeke baştir û bi ewle pêk bînin, nîqaş kirin.
Beşdaran tekezî li ser giringiya rola civaka demokratîk û aliyên siyasî di bidestxistina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re kirin.