Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA 8 Ê ADARÊ LI KOBANÊ PANKART HATIN DALIQANDIN

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Kobanê bi boneya 8 ê Adarê kampanya daliqandina pankartan li dar xist .

Pankart li ketina bajar, Qada Jina Azad, Qada Şehîd Egîd û cihên giştî yên Kobanê hatin daliqandin .

Li ser pankartan nivîsa Em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin, hatibû danîn .

Ev kampanya di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de,hate lidarxistin .