LI MINBICÊ BI BONEYA 8 ADARÊ BAJÊR HAT XEMILANDIN
Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de, jinên minbicê Çerxerêyên bajêr Xemilandin .
Vê sibehê Meclîsa kombûna jinan a Zenûbiya, komîteyên jinan û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbicê kombûn û dest bi xemilandinê kirin .
Jinan çerxerêyên Sebi Behrat, çerxerêya şehîdan û çerxerêya Jinê xemilandin .
Di dawiya çalakiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin .