LI QAMIŞLO 85 ŞEHÎDÊN MEHA SIBATÊ HATIN BIBÎRANÎN
Li Qamişlo 85 Şehîdên ku di meha Sibatê de li cih û demên cuda şehîd bûne, bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Merasîm bi amadebûna Endamên Meclisa malbatên Şehîdan, Partiyên Siyasî, TEV-DEM, PYD û Malbatên Şehîdan hate lidarxistin .
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya Şehîdan û parastina destkeftiyên wan hate dayîn .
Merasîm bi xwendina wesîqeyên her 85 şehîdan bi dawî bû .