Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO 2 PIRTÛK HATIN IMZAKIRIN

Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê 2 dîwan li baxçeyê xwendinê yê Qamişlo imzekir.
Şahiya îmzekirina dîwanan bi beşdariya bi dehan rewşenbîr, kesayetên civakî û nûnerên ji malbatên şehîdan hate lidarxistin.
Di şahiyê de hevseroka yekitiyê Anahîta Sîno axivî û derketina pirtûkên helbestê li her du helbestvanan pîroz kir.
di şahiyê de pirtûka ”Wa Şehîd” ya helbestvan Hesîne Ehemd û pirtûka ”Weda El Nasik El Exîr” ya nivîskar û rojnameger Ebdurehman Mihemed hatin şîrovekirin û îmzekirin.
Piştre rexnegirê wêjeyî Ebdulmecîd Xelef rexneyeke wêjeyî li ser pirtûka ”Weda El Nasik El Exîr” da.
Her wiha nivîskar Xalis Mesor pirtûka ”Wa Şehîd” nirxand, di dawiyê de her du helbestvanan helbest xwendin, pirtûk li beşdaran belavkirin.